Di cîhanê de li hember talan û qirkirina xwezayê ya ku kapitalizm bûye sedem rexneyên politik û xwezeyî di sala 1970 yî de dest pê dikin. Ew sal, bûn salên serdemeke ku ji hetanî wê demê hemû xizmetên ku wek qamûsal tên dîtin (ji perwerdeyê hetanî tendûrîstiyê), hevparên bajarî û xwezayî ( ji westaniyan hetanî çavkaniyên avê) bi awayekî bazirganî jî nû ve bûna hilberînên sermayeyê ku polîtikayên neo-lîberal bi serketî. Ava ku bingeha jiyaneyeyê û bûye amûra bazirganiyê nîşanêya xwe di polîtîkayên neo-lîberal de dibîne li hember vê polîtîkayên ku dixwazê hemû jiyanê dorpêç bike li her deverê cîhane tevgerên ekolojîk ku jiyanê û xwezeyê diparêzin pêş ketin. Êdî îro mijarake sereke ya sîyaseta cîhanî çawa têkoşîn kirina li hember qeyrana xwezeyî û dîtberên wê hewa, xurek û qeyrana avê ye.
Li Tirkiyê û kurdîstanê jî di dema AKPê ya ku parazvaneke hov a neoliberalizmê ye de xirabûna xwezeyê gihêşt lûtkeya herî bilind. Li hember vê sîyaseta xirakirin û talankirinê hema li her derê di bin navên cur be cur de tekoşînên derdorî û ekolojîk derketin holê. Serhildana herî mezin ya dîroka me ya nêz, serhildana Gezîyê, ji ber “ meseleya sê- penc daran” destpêkir, li hember faşîzmê guherî rapêrîna azadiyê ya mîlyonan.
Li her deverê cîhanê nîqaşên qeyrana ekolojîk û qeyrana qapîtalilîzmê bi hev dikevin. Nîqaş di navbera lîberalan, nûsazîparêzên “qapîtalilîzma kesk” a ku wek “pergala nû ya kesk” tê binavkirin û rexneyên Komûnalîst û Marksist de dibin duçuqlî.
Rewişta bingehîn a sermayeyê, di dema herî kin de bi buhaye herî kêm karê herî zêde bidestxistinê. Sermaye, dema ku bi teknolojiya ku bi xwe pêşxistiyê ew armanca xwe pêk tîne, xwezayê û mirov tenê wek “çavkanî” an jî wek daring digire dest. Di her qonaxa şoreşa pîşesaziyê ya ku qapîtalizm wek pergala cîhanî derxistiyê hole de sermaye, ji bo ku hilberîna berfirefkirî ya nû pêk bîne zêdetir daristan, ax û welat kirin mêtingeh. Mêtingehkirina Amerîqayê, şelandina Afrîqayê ya hetanî mixa hestiyan, kêlî bi kêlî parvakirina Rojhilata Navîn, kirina çavkanî ya Başûrê Asyayê û Çinê ya wek “xweza/mirovê erzan” tê dîtin; ew hemû awayên pêşketina pergala cîhana qapîtalist dibin dîroka xirabûna mezin ya ekolojîk jî.
Ew dîrok di heman demê de ji alîkî ve bi qeydê avakirina cîwarê ya ku di sînorê şêweya hilberîneriya qapîtalîst de dimîne ji aliyê din ve sedsala bîstûyekemîn ya ku bixwe berpirsyariya polîtîk ya “mezinbûna/pêşveçûna aborî” girtiye ser xwe bûye sedsala têkûzkirina şiyandariya sazkirina ya li ser civakê ya devletên nûjen. Teknorasiya devleta nûjen ya ku dixwazê çareseriyê ji bo nakokiyên bi gelek avayê yên sermayê re peş bixe hêza xwe ya avakirina zanînê an ji pêwistiyên civakê qut kiriye an jî bandora şiyandariyê ku wan ji bo pêwistiyên sermayeyê dike amûr hilberandine. Ew car bi awayekî têkildariya vaca danheviya sermayeyê, rexnêdariya tund ya zanîn û pilansazkirina teknorasiya devleta nûjen jî wek pêwistiyekê derketiye holê. Hilberîna zanînê û erkên pilansaziyê ku ji saziyên devletê kombûne divê li ser şert û mercên em ê dîsa çawa bikin para civakê bê fikirîn û sekinîn.
Çavkaniyên bingehîn ên înercîyê yên hilberîneriya sanayiyê petrol, komir û derivativên wan sotemeniyên fosîlin. Bi vê ve giredayî mîsogerkirina serweriya li ser Van çavkaniyên înerciyê bûye parametreya bingehîn a pergala cîhanê. Serweriya li ser çavkaniyên înerciyê bû sedema şerên cîhanî û heremî, pêşbirka çekdarîbûne, îtîfaq û hevkarîbûnên cûda, şerên navxweyî û destdirêjiya mêtînker.
“Qapîtalilîzma kesk”, “pergala nû ya kesk”, “pêşveçûna domdar”, “înerciya paqij”… Sermayê bi “keskî” naye boyax kirin. Sermayê bi avayê di serî de heya neynûka, di her çavikeke xwe de xwîn û qirejî diherikîne têye cîhanê. Sermayê, kêda mirî û xwezaya mirî ya wek xwînmij, bi mêtina kêda zindî û xwezayê bi mêtineke zêdetir di jiyanê de dimîne ye. Bi lêgerînên alternatîfên ku jêpirsîna mantiqa sermayeya ji pêwistiyên ciwakê û sînorên xwezayê qutbûyî nake li hember qeyrana ekolojîk têkoşîn naye dayîn.
Pirsgireka “pêwîstiya înerciyê” ya ku Ji çavkaniyên herî girîng yên qeyrana ekolojîk e, pêwîstiya herî zêde ya sermayeya ku ji pêwîstiyên ciwakê û sînorên xwezayê qutbûyî ye. Pêwîstiya înerciyê, te wateya zedetir çêk, zêdetir seyare û zêdetir hilberînerînên qûtê yên îndustriyalîzmê. Di qapîtalîzmê de hilberînerînên zêdetir bi xwe re ji sermayêdaran re dewlemendiyê tîne lê belê li aliyekî din jî tê wateya zêdetir mêtingêrî û zêdetir xizaniya bi mîlyonan mirovan, zêdetir talankirinê xwezayê û mirina bi mîlyonan zarokan a ji ber birçîbûne. Ji bo ku xizantî xilas be û her kes jiyaneke wekhev, dadwer û azad bijî pêwistî bi zêdetir înerciyê nîn e, divê ew pergala ku hemû dewlemendiyê di destê qapîtalilîzmê de kom dike ji holê bê rakirin.
Qeyrana ekolojîk, ne ji ber tevgeriyên xwezayî yên mirovan in, raste rast encameke tevgeriya hilberînerîner ya qapîtalîzmê ye. Dan xuyakirina sedema qeyrana ekolojîk a wek “tevgerîneya mirovan” ya şenber, wek ku îmaya pirsgirêk çavkaniya xwe ji ber tercîhên mirovan ên şaş digire, nirxandineke îdeolojîk a ku pergala emperyal a qapîtalîzmê, şîrketan û hikûmetan ji berpirsyariyê xilas dike ye. Ew îdeolojiya lîberal li şûna dawiya qapîtalîzmê bi me bide fikirandin, dawiya cîhanê bi me dide fikirandin. Lê belê divê em dawiya qapîtalîzmê bifikirin.
Bandora qeyrana ekolojîk, bi pîramîda çîn, netew û nîjad, neyeksaniya zayendî ku di têkîliyên civakî yên heyî de giredayî ve cûda dibe tê jîyin. Bandorên qeyrana avhewayê li qesran û li holikan cûda dibe. Zêdetir gelê jinên mêtingêr û tên pelixandin ên cîhanê, zarok û pîr ji vê texrîbata ku qeyrana avhewayê û xureke ava kiriyê bi bandor dibin.
Lê belê qeyrana avhewayê û xureke ji bo şîrketan tê wateya warên bi veberhên ên nû. Teknolajiya nû, dermanên nû, xurekên çêkirî yên nû, heta rêwîtiya Marsê û wek li fezayê kolonî avakirin… Têkoşîna li hember qeyrana ekolojîk ji têkoşîna li hember neyeksanî û bêedeletiya di nav civakê de cûdatir û serbixwe naye dest girtin. Lewre çiqas bi wan qadan re hevparî bê pêşxistin ewqas encamên mayînde yê bên destxistin.
Têkoşîna li hember qeyrana ekolojîk, bi tecrûbeyên wek çalakîbûna “civaka sivil”, “ji xwezayê vegerîn” an jî “şewazên jiyanê” û bi girtîmayîna sînorbûnên îdeolojîk û polîtîk ên bi bernameyên “qapîtalîzma kesk” bi sînor naye berdewam kirin. Di heman demê de têkoşîna ekolojîk têne bi nêzikatiyên tekane, herêmîparêz, komikparêz jî naye berdewam kirin. Kirdewariya piralî ya tevgerên herêmîparêz/komikparêz, ew sînorîbûna çavkaniya xwe ji pirsgirêkên lezgîn digirin ji bo têkoşînê ne pîvan in; ew kêmasiyên ku bi têkoşîneke îdeolojîk û polîtîk bêne derbaskirin in.
Têkoşîna li hember qeyrana ekolojîk, cewhera têkoşîna rizgariya civakê ya jî qapîtalîzmê ye. Wek pêvajoyeke derbasîbûna ji qapîtalîzmê ber bi qomunîzmê ve divê ew têkoşîn di her devêre têkoşînê de di her astê de armanc û amûrên xwe lêpirsîn bike, li ber şevqa serpêhatiyan xwe, felsefeyên nû û pêşketinên zanistê hişmendî û lênerînên xwe yên ekolojîk pêş bixe û wan bike paradîgmaya bingehîn a jiyana bi rêxistinkirî. Di heman demê de divê têkoşînên li hember qeyrana ekolojîk ên ji vir an jî wir ên herêmî jî bi van perspektîfên têkoşîna global bên dest girtin. Bi pêwistiyên polîtîk ên van tevgeran ve wek bibe hemhal, polîtîqa û hevparîbûnên temamkar û avakar pêşxistin pêwîstiya herî bingehîn a têkoşînê ye.
Wek di cîhanê de heyî li Tirkiyê û Kurdîstanê jî bi şewazên cûda xwestek, bername û rêxistinên têkoşînê yên piralî hene. Tenê darek, tenê newalek jî bê rizgarkirin ew têkoşîn heya dawiyê bi nirx û bi wateyê. Lê belê mijar ne “mijara sê-penc” daran e. Her roj zêdetir mirov vê rastiyê sehî dikin. Fikra ji bo ku ji qeyrana ekolojîk rizgarbin rizgarîbûna ji qepîtalizmê pêwîste, her roj zêdetir dibe fikra hevpar. Bi vê ve giredayî “dijbêrîbûna li hember qepîtalizmê” di têkoşîna ekolojiyê de hîn ne di asta rêxistînîbûnê de ye. Wek razbêr, lafzî û tevgerîbûna takekesîn derbas dibe.
Îro, ji bo bindestan her roja ku wek qiyamet derbas dibe, hîn ku dawiya cîhanê nehatiye, ji bo ku dawiya qapîtalîzmê bê anîn di her demê zêdetir pêwîstî bi Marksizmê heye. Tenê “qapîtalê” ne, pêwîstî bi “komünist manifesto”, “Fransız Üçlemesi”, “Ne Yapmali” ye, “Devlet ve devrim” heye. Rêxnekirineke razbêr ya qapîtalîzmê ne, divê stratejî-teqtîk, bername, di asta rêxistînîbûnê de polîtîqaya ekolojiyê bê saz kirin. Di serî de em bi hînbûna şewazên rêxistînîbûnê yên nû û zimanên têkoşîna azadiya jinê û kirdeyên têkoşînê nû yên cîhanê derxistinê holê ve, bi pêywira pêşxistina têkoşîna azadiya civakê, rêxistînî kirina têkoşîna ekolojiyê ve rû bi rû ne.
POLEN Ekolojî, dixwazê ku bi lênêrîneke Marksîst di têkoşîna ku li hember şîrket û dewletan tê dayîn de bibe xwedî ked û bi armanca tevîneke di têkoşîna ekolojiyê û tevgerên sosyalîst de hişmendiya Marksizmê bê pêşxistin derdikeve rê.
POLEN Ekolojî, dana naskirina nivîsariya ekolojiya Marksîst a navneteweyî û bi tevgerên welatên din ve pêşxistina hevpariyê dike armanc. Dîsa, li gorî pêwîstiyên têkoşînê rêxistinên nû, pêşxistina platforman, avakirina tevgereke ekolojîk a ku kedkarên gund û bajaran û bindest, bi taybetî jî Jin û Ciwan kirde ne an jî pêşengin dike armanc.
Em wek POLEN Ekolojî, yên ku têkoşîna ekolojiyê, parçeyekî ji têkoşîna li hember rizgarîbûna ji qapîtalîzmê dibînin, ên ku difikirin ku divê ew têkoşîn bi rêxistinî bê rêvebirin, di vê xetê de di pêşxistin û jîyanîkirina bernameyek û stratejiyek nû de her kesê ku dixwazê bi me re hevrêyiyê bike em bangî tevlibûna kolektîfa xwe dikin.